TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Erdogan li ser çareserkirina pirsgirêka Rojava axivî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 19 sibat 2026 19:34
Erdoğan got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Rojava’yê bi awayekî bê xwînrêjî mutabakat hatîye gihîştin û pêvajoya ber bi entegrasyona tam ve dest pê kiriye.

RûpelNews - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bernameya ku li Koşka Çankayayê hat lidarxistin, derbarê rojevê de axivî.

Erdogan li ser peymana entegrasyonê ya ku di navbera rêveberiya Sûriyeyê û Hêzen Sûriya Demokrat de hatîye gihîştin, axivî.

Di daxuyaniya xwe de, Erdogan li ser pêşveçûnên Rojava’yê amaje kir û got:

“Dema ku ev hemû li welatê me diqewimin, li welatê cîranê me Sûriyeyê jî pêşveçûnên baş hene. Li ser çareserkirina pirsgirêka bakurê Sûriyeyê bê xwînrêjî mehê borî hatîye gihîştin li mutabakatê. Pêvajoya ku ber bi entegrasyona tam ve diçe dest pê kiriye. Em van xebatan bi hestiyariyek mezin û piraliyî dimeşînin û hêvîdar in ku bê qez û bela bigihîje armanca xwe.”

Erdogan diyar kir ku siyaseta cîhanê ji nû ve tê avakirin û li derdora Tirkiyeyê krîz û pevçûnên giran hene. Wî got ku Tirkiye ji bo ewlehiya xwe hem di nav sînorên xwe de hem jî li derveyî sînorên xwe gavên pêwîst davêje û van pêvajoyan bi kadroyên xwedî tecrûbe bi awayekî serkeftî dimeşîne.

Daxuyaniya pêvajoya çareseriyê

Erdogan her wiha li ser pêvajoya çareseriyê ya ku bi Abdullah Ocalan re tê meşandin jî axivî û got: “Di çarçoveya xebatên ‘Tirkiyeya bê teror’ de ku 16 meh berê dest pê kirin, di demeke kurt de mesafeyeke girîng hate girtin. Di nav û derveyî sînorên me de xetereyên ewlehiyê bi awayekî girîng kêm bûn.”

Parve bike: