Jiyan
Erdogan Kurd bi Singalê tehdîd kirin
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan tehdîda dagirkirina Şingalê kir.
Erdogan li mitînga Zonguldakê ya partiya xwe axivî.
Di mijara Şingalê de jî Erdogan Kurd wiha tehdîd kirin:
"Di serî de serokên wan em ê bedêla 34 salan qetlkirina ewladên vê gelê ji hemû terorîstan bistînin. Hewce bike em ê biçin Şingalê û ya pêwîst bikin. Em serê vî marê ku ev 34 sal in kirine belaya serê gelê me gav bi gav jêdikin. Em biryardar in ku terorê bi temamî ji rojeva vê welatê rakin. Em li bendê namînin ku terorê bê ber deriyê me, beriya ku terorê bê ba me em diçine çavkaniya wê."