TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan ji dijmintiya Amerîkayê danagere

📅 23 îlon 2018 00:21

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ku telebeyên bo hînbûna endezyariyê çûne Welatên Rojava-Amerîka piranî bi hişmendiyeke îxfalkirî vegeriyan.

Erdogan  diyar kir hemû bûyerên di salên dawîn de diqewimin wan hişyar dikin û wiha got: "Loma jî ev nîşan dide ku divê em di her gavên xwe de di warê veberhênan û teknolojiyê de li pêş bin."

Erdogan destnîşan kir, “Rayedarên heyamên berê xwastine pirsgirêkan bi stendina teknolojiya welatên Rojava çareser bikin. Bijartina vê helwestê bi xwe re pêwistiya perwerdeya li derveyê welat ji bo kesên ku dê vê teknolojiyê biemilîne tîne. Îro dema ku em li paş xwe dinêrin em dibînin ku ev bijartin ne serkeftî ye, telebeyên ku bo hînbûna endezyariyê çûne Welatên Rojava-Amerîka bipiranî bi hişmendiyeke îxfalkirî vegeriyan.”     

Herwiha Erdogan bal kişand ser mijara kirêya bi dolar û wiha got: "Ji vir careke din bangî cihên danûstendinê dikim: Heger hûn hê jî di ciyê Lireyê Tirkiyeyê de bi dolar hereket bikin, li qisûrê mêze nekin, emê bên hemberî hev."

Parve bike: