Cîhan
Erdogan ji ber ‘hewldana êrişê’ li Trump geriya
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi telefonê axivî. Di axaftinê de, Erdogan ji ber hewldana êrîşê ya li Şîva Nûçegihanên Qesra Spî ya li Washingtonê, xemgîniya xwe ji Trump re anî ziman.
RûpelNews - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi rêya telefonê axivî.
Hûrgiliyên axaftinê di daxuyaniyeke ku ji aliyê Rêveberiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê ve hat weşandin de hatin parvekirin.
Di axaftinê de, Erdogan ji ber êrîşa ku li Şîva Nûçegihanên Qesra Spî ya li Washingtonê pêk hatibû, xemgniya xwe ji Serokê Amerîkayê Trump re anî ziman.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew bûyerê wekî kiryareke xirab a li dijî demokrasî û azadiya çapemeniyê dibîne û ji efserê ewlehiyê yê birîndar re başbûneke zû hêvî kir.