TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan gef li Yûnanê xwar: Ez henekan nakim!

📅 09 hezîran 2022 16:31

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di dema birêveçûna Tetbîqata Efesê li Seferîhisar a Îzmîrê, axaftinek kir û gef li Yûnanistanê xwar.

Erdogan bang li Yûnanistanê kir ku leşkerkirina giravan bidawî bîne û got, “Hin siyasetmedarên Yûnan, dûrî rastiyan û hiqûqê bi gotinên xwe dixwazin bikevin rojevê. Bila dawiyê li leşkerkirina giravan bînin, henekan nakim. Li gorî peymanên navnetewî tevbigerin.”

Erdogan, di berdewamê de jî got ku bila Yûnanistan hişê xwe bide serê xwe, wê Tirkiye dema pêwîst bike, mafê xwe biparêze.

Herwiha li ser mebesta wan bi operasyona ser Rojavayê Kurdistanê jî Erdogan car din dubare kir ku ew dê rê nedin korîdorên ‘terorê’ li ber sînorên xwe û got, hem ji bo bicihkirina penaberan hem jî ji bo parastina sînorên heta kûrahiya 30 kîlometreyan gav bi gav diçin.

Parve bike: