TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan di rêya Ataturk de ye

📅 13 tîrmeh 2018 20:34

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî avakirina kabîneyê li Parlamentoya Yekem a Tirkiyê kabîne kom kir û ragihand ku ew di rêya Ataturk de ne.


Erdogan li avahiya Parlamentoya berê beşdarî Merasima Vekirinê ya 1emîn ya Kabîneya Serokkomariyê bû û li vir xitabî wezîr û parlamenteran kir.


Erdogan destnîşan kir Meclisa Yekem destpêk bû û got "ev meclis (Meclisa Duyemîn) jî berdewam e, niha jî em berdewama berdewamê dikin."


Erdogan destnîşan kir heta ku em Tirkiyeyeke pêşeroja wê ewle ye ava bikin em ê nesekinin û bixebitin û wiha got: "Em ji bo mîrateya bav û kalên xwe biparêzin, nehêlin sewtika bangên me yên şerîf bên birîn, alaya me bê daxistin, şeref û îzeta me neyê binpêkirin bi serbilindî dema hewce bike serê xwe datînin ortê û têkoşîna xwe didomînin. Em îro vê merasima li vê avahiya Meclisa xwe ya berê wek nîşaneya berdewamiya wê pêvajoya dîrokê dihesibînin."

Parve bike: