Erdogan, derbarê ‘pêvajoya nû’ de axivî
RûpelNews - Erdogan, di bernameya fitarê de ku li Koşka Beştepeyê bi hêzên ewlehiyê û malbatên wan re hate lidarxistin de got, ‘Em ê li dijî êrîşên li ser azadiyan û demokrasiyê helwestek tund nîşan bidin.’ Erdogan, di derbarê polîtîkayên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û ‘pêvajoya nû’ de da zanîn ku, Tirkiye li cîhan û herêmê bûye yek ji welatên bihêz û dê bi helwestên ku ji bo aştiyê nîşan dide pesnê wê tê dayîn.
‘Tirkiye bihêztir bûye’
Erdogan, diyar kir ku Tirkiye hem di siyaseta navxweyî û hem jî di siyaseta derve de gihîştiye asteke xurttir û got, "Îro, Tirkiye ji her demê bêtir di dîroka xwe ya nêzîk de bi hêztir, proaktîftir û biryardartir e. Em Tirkiyeyeke nû ava dikin ku pozîsyona xwe wekî hêza pêşeng li herêma xwe xurt dike."
‘Ti ferq û cidahî di navbera herêman de tune ye’
Erdogan, tekez kir ku di navbera rojhilat û rojavayê welêt de di warê ewlehiyê de ti ferq û cidahî tune û got, "Rojhilatê Tirkiyeyê bi qasî rojava ewle ye. Li her goşeyekî welatê me aştî û ewlehî serdest e. Turîst serdana cihên dirokî dikin. Veberhênan û kar zêde dibin. Her ku xetera terorê winda dibe, neteweya me jî sûdê jê werdigire."
'Li ser azadiyan tawîz nayê dayîn'
Erdogan diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên li ser azadiyan û demokrasiyê helwestek tund nîşan bidin û got, "Em ê li hember her kesê ku êrîşî azadî û demokrasiya me dike, zextê bidomînin. Em ê bi hev re Tirkiyeyeke nû ava bikin ku dayik tê de negirîn û agir li ser malan nebare. Em pêvajoyê wekî tevnê dihonin.”