Erdogan: Çi şer û pevçûn hebin divê bi diyalogê bên çareserkirin
RûpelNews - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî Lûtkeya Rûniştina Berfireh a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariyê ya Şangay (SCO) bû ku li Navenda Kongreyê ya Iris Ordo ya li Bîşkekê, paytexta Kirgîstanê hat lidarxistin.
Erdoğan di axaftina xwe de tekezî li ser aştiyê û diyalogê kir, banga bidawîkirina pevçûnên herêmî kir û wiha got:
"Wekî Tirkiye, em berpirsiyariyê digirin ser xwe ku pevçûnên li derdora me bi rêya diyalog û dîplomasiyê bên çareserkirin. Em ê ji bo aştiyê, aramî û îstiqrarê ne tenê li herêma xwe lê li seranserê cîhanê jî xebata xwe bidomînin."
"Tifaqa Mekeyê dê bi kêrî aştiya cîhanê were"
Erdoğan her wiha behsa Tifaqa Peymana Mekeyê kir û got:
"Hevbendiya Parastina Mekeyê ya ku me bi Erebistana Siûdî û Pakistanê re ava kiriye, dê li ser bingeha xwedîtiya herêmî û astengkirina kolektîf, beşdariyên girîng ji bo aştiya û aramiya herêmî û cîhanî bike. Dema ku em behsa aştiyê dikin, divê em Xezze û Lubnanê ji bîr nekin, cihê ku 74 hezar kes piraniya wan zarok û jin ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane."