TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan bo dorpêçên Ewropayê: Ji bo me ne xem e!

📅 09 berfanbar 2020 18:43

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di serdana xwe ya Azerbaycanê de ku ji bo pîrozkirina kontrolkirina bajarên Qerebaxê ji destê Ermenistanê li wir e ji rojnamevanan re axivî.

Erdogan li ser pirsa derbarê dorpêçên ser Tirkiyê ku biryare roja Pêncşemê li Lutkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê were rojevê got, biryara dorpêçan ku Yekîtiye Ewropa nîqaş dike ji bo Tirkiyê ne xem e. Ji xwe ji sala 1963yan ve YE dorpêçan ferz dike. YEyê ti carî sozên xwe bicih neanîne. Me heta niha sebr kiriye.”

Erdogan li ser dorpêçên Amerîkayê û rêveberiya nû ya serokê hilbijartî Joe Biden jî da zanîn, “Ez ne xerîbê Biden im. Ji serdema Obama ve wî baş nas dikim ku heta hatiye mala min jî. Li dinyayê siyaset mixabin qirêj e. Çi tiştek were bîra wan lingê xwe li masê dixin û dorpêçan tînin.”

Parve bike: