TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan asta dijmintiya Kurdan bilindtir dike

📅 07 hezîran 2018 20:32

PeyamaKurd -  Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan, careke din Namzedê HDPê bo Serokkomariyê Selahattin Demirtaş wek "terorîst" bi nav kir û dijmintiya xwe ya li dij Kurdan derxist asteke bilindtir.

Erdogan, ziyareta Namzedê CHPê Muharrem Înce ya bo Demirtaş careke din anî rojevê û ev ziyareta nezaketê bi tundî tometbar kir.

Erdogan Înce jî ji ber ziyaretê bi piştgiriya terorê sûcdar kir û got: "Înce Beg navê vê demokrasî nîne, navê vê alîkariya terorê û terorîstan e."

Parve bike: