TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdhej li Kelarê çêbû

📅 12 sibat 2021 14:00

PeyamaKurd – Desteya Hewanasî û Çavdêriya Erdhejên Iraqê bi beyanameyekê diyar kir, îro 12.02.2021ê di saet 01:10an de, erdhejek li rojhilatê bajarê Kelarê pêk hat.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, erdhej bi hêza 5 li gor rîxterê pêk hatiye.

Herwiha, Desteya Hewanasiyê, rûniştvanên bajar agahdar kirine û radigandine, ku li xwe hişyar bin û ji belavkirina tirsê jî xwe biparêzin.

 

Parve bike: