TR KU AR
FB X IG
Cîhan

ENKS û YNK li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn

📅 17 rêbendan 2019 20:07

PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li paytexta Başûrê Kurdistan Hewlêrê îro 17ê Çile hevdîtinek pêk anîn.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif  piştî civîna ligel YNKê bi civîneke rojnamevanî ragihand ku civîn li ser mijara krîza Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û danûstandina wan ligel YNKê erênî derbas bûye.

Hêjayî gotinê ye, şandeke ENKSê hefteyek berê jî bi Serok Mesûd Barzanî re civiyabû û rewşa Rojavayê Kurdistanê di wê civînê de hatibû gotûbêjkirin.

ENKS piştî biryara rêveberiya xweser a bi deshilatdariya PYDê ya destûra vekirina ofîsan xwe amade dike, li Rojavayê Kurdistanê navendên xwe çalak bike.

Parve bike: