TR KU AR
FB X IG
Cîhan

ENKS jî dinav de Sanda Opozisyona Sûriye ligel Lavrov civiya

📅 05 adar 2019 20:47

PeyamaKurd - Şand a Desteya Bilind a Danûstandinên  Itîlafa Opozisyona Sûriyê, bi Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê re civiyan.

Nûnerê Kurd ê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS di Desteya Danûstandinan de İbrahîm Bro ji Kurdistan24 re ragihand, îro Desteya Bilind a danûstandinên İtîlafa Opoziyona Sûriyê, li paytexta Erebistana Siûdiyê, bi Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê  Sergey Lavrov û Mikhail Bogdanov re civiyan.  Pêşhateyên herî  dawî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin,

Bro got, ku sibe şanda wan dê ber bi paytexta Amerikayê Waşingtonê ve bi rê dikeve û çendîn hevdîtinên wan ên girîng, dê hebin.

Bo çareseriya pirsa siyasî li Sûriyê amadekariya destûreke nû tê kirin.Şanda ENKSê jî bi wê mebestê danûstendinan dike.

Parve bike: