Encûmena Wezîran pirsgirêkên darayî û mûçeyê yên Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 17ê Gulanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Mijara civîna Encûmena Wezîran ya taybet dahat, xercî û kêmbûna budçeyê û arîşeyên darayî yên parêzgehên Silêmanî û Helebce û her du îdareyên serbixwe Germiyan û Raperînê bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser ku armanca vê civînê ew e, dîtina mîkanîzmeke guncaw ji bo çareserkirina arîşeyên daranî yên di dema borî de li parêzgehên Silêmanî û Helebce û her du îdareyên serbixwe Germiyan û Raperîn çêbûne, yên taybet bi kêmbûna pereyên pêwîst ji bo mûçeyan.
Di civînê de tekezî li wê hate kirin ku erkê pêşîne ya hikûmetê ew e, pirsgirêkên girêdayî bi mûçe û jiyana welatiyan çareser bike û hikûmet bi yek çavî li hemû navçeyan dinêre, erk û berpirsyariya kabîneyê ye jî, kêşeyên kêmbûna pereyên pêwîst yên mûçeyan li her parêzgeh û navçeyeke Herêmê çareser bike.
Sedemên kêmbûna budçeyê, pirsgirêkên darayî û pêşniyarên ji bo çareserkirinê bi data û hejmarên pêwîst hatin di civînê de hatin pêşkêşkirin.
Hikûmeta Kurdistanê derbarê civînê de ragihand, “Amadebûyên civînê bi giyanê hestkirina bi berpirsatiyê tekezî li wê kirin ku Hikûmeta Herêmê bi yek çavî li hemû navçeyên Herêmê dinêre û berpirsatiya wê ye ku mafên darayî yên mûçexwaran li seranserî Herêmê wek hev bên dabînkirin û ev jî pêşîneya karê vê kabîneyê ye. Ji bo vê mebestê jî biryar hat dayîn, bi raspardeina Wezareta Darayî û Aborî ji bo dagirtina kêmbûnê bi pereyên pêwîst, ta ku pereyên mûçeyan berî her xerciyeke din xerc bike û pereyên pêwîst ji temamkirina budceya pêwîst yê vê mehê dabîn bike. Di heman demê de di civînê de biryar hat dayîn, komîteyeke hevbeş ji kesên pispor û şareza ji wezaretên aborî û navxwe were pêkanîn ku bi hevahengiya parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareyên Germiyan û Raperînê û tevahiya saziyên darayî û bankî, pêdaçûnê di rastiyên derbarê dahatên giştî de bike û bigihin rastiya wan axaftinên ku di vê debarê de tên kirin.”
Herwiha di civînê de, Wezîrê Navxwe, Wezîrê Darayî û Aborî, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran, Sekreterê Encûmena Wezîran, Parêzgehên Silêmanî û Helebce û serperiştên her du îdareyên serbixwe Germiyan û Raperînê amadehî kirin.