TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Elon Musk bi 44 milyar dolaran platforma medya civakî Twitter kirî

📅 26 nîsan 2022 10:03

PeyamaKurd – Xwediyê Tesla û SpaceXê Elon Musk, bi 44 milyar dolaran, platforma medya civakî Twitter kirî.

Wek tê zanîn, Musk ji bo kirîna Twitterê bi desteya rêvebir a kompanyayê re dest bi danûstandinan kiribû.

Li gor nûçeya The New York Timesê, pêvajo bi lez pêş ket û aliyan li ser dema firotinê û hûrgiliyên pêvajoyên darayî gotûbêj kirin.

Musk eşkere kiribû, ji bo kirrîna Twitterê 46,5 milyar dolar terxan kiriye.

Elon Musk, rêveberê sereke yê kompanyaya Tesla Inc. e û tê texmînkirin ku dahata wî 259 milyar dolarên Amerîkî ye.

Parve bike: