Ebadî û Amerîka tên hemberî hev!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevdîtina desteyek ji Kongreya Amerîkayê de daxwaza kêmkirina hejmara misteşarên Amerîkî li Bexdayê kir.
Li gorî xebera Sumeriyê, Ofîsa Serokwezîrê Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand di vê hevdîtinê de kêmkirina hejmara misteşarên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê, pêwendiyên dualî, piştigirya Bexdayê di hemî waran de û rewşa niha li navçeyê kete ber behs û hilkolandinê.
Li gorî nûçeyeke din, Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî bi dayîna daxûyaniyekê îtirafên balyozê Amerîkayê li Bexdayê nîşana destwerdanên aşkira yên Amerîkayê li Iraqê û rola wî welatî li dagirkirina bajarên Iraqê bi destê DAIŞê da zanîn.
Li gorî îdîayan Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê, Kirîstofêr Hîl li nivîsarekî mikur hatiye ku wezîfeya wî li Bexdayê hilweşandina Nûrî Malikî bi piştgiriya dijberên Iraqî bûye.