Jiyan
Du bira di Gola Wanê de xeniqîn
Du birayên ku ji bo hênikbûnê ketibûn Gola Wanê ya li navçeya Tûşbayê, jiyana xwe ji dest dan. Bav û her du kurên wî, ku ji aliyê derdorê ve ji avê hatin derxistin, rakirin nexweşxaneyê û li wir hat ragihandin ku bav hîn jî di bin çavdêriyê de ye.
RûpelNews - Bûyer li navçeya Tûşbayê ya Wanê qewimî. Bav û her du kurên wî, ku ji bo hênikbûnê ketibûn Gola Wanê, piştî demeke kurt di nav avê de ketin xeteriyê.
Her sê kes, ku ji aliyê welatiyan ve ji avê hatin derxistin, bi ambûlansên ku ji bo cihê bûyerê hatin şandin, bo Navenda Pizîşkî ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Wanê hatin veguhestin.
Her du bira ku ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneyê, tevî hemû hewildanên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku dermankirina bav li nexweşxaneyê berdewam dike. (AA)