TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Dozgerê Gistî yê Diyarbekirê dema girtina hevserokên HDPê dirêj kir

📅 27 cotmeh 2020 13:08

PeyamaKurd – Bi biryara Dozgerê Giştî yê Diyarbekirê, dema girtina hevserokên HDPê yên Diyarbekirê Zeyat Ceylan û Hulya Alokmen 4 rojên din hat dirêjkirin.

Hevserokên şaxa HDPê yên Diyarbekirê, tevî 6 kesên din roja 22 Cotmehê, bi tometa ku wêne û posterên Abdulla Ocalan li baregehên wê partiyê yên li Diyarbekirê hatine amadekirin, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin girtin û heya niha lêkolîn li gel wan berdewam e.

Polîsên Tirkiyê roja 22ê Cotmehê bi ser avahiya navendî ya HDPê ya li bajarê Diyarbekirê Yenîşehîrê girtin û Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê Zeyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik û Hevserokên HDPê yên navçeya Yenîşehîrê Kasim Kaya û Remziye Sizici jî hatibûn girtin.

Parve bike: