TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

Dogala: Bi nûçeya RûpelNewsê bi dehan kes berê xwe didin kursa kurdî

Emin Aba
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2026 17:33
Piştî belavkirina nûçeya Rûpelnewsê ya li ser kûrsa zimanê kurdî ku ji aliyê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî ve tê dayîn eleqeyeke mezin bo kursê hat nîşandan. Berpirsê federasyonê Mem Dogala da zanîn ji niha ve bi dehan kes serî li kursê dan da ku zimanê kurdî fêr bibin.

RûpelNews - Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî ku li Kolna Almanyayê hate avakirin, ji bo fêrkirina zimanê kurdî kursên online yên kurdî dabûn destpêkirin.

Ev xebata federasyonê ku berê niha di RûpelNewsê de wek nûçe hat belavkirin gelek deng veda.

Berpirsê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Mem Dogala ji RûpelNewsê re da zanîn ku gelek xwînerên ev nûçe dîtin berê xwe dan kursa wan a zimanê kurdî û niha ji gelek dever û astên cuda hejmareke zêde xwîner xwe gihandin wan da ku xwe li kursê tomar bikin.

"Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê dê sertîfîka bide beşdaran"

Mem Dogala ragihand ku ji niha ve proseya tomarkirinê bo kursê dest pê kir û wiha axivî: “Ji bo salxwendina 2026/27, serlêdanên kursên zimanê kurdî dest pê kirin. Ev kursên ku bi hevkariya Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê û bi mamosteyên pispor tên dayîn, armanc dikin ku zimanê kurdî (kurmancî û soranî) bi awayekî akademîk bigihînin kurdên li diyasporayê û her wiha kesên biyanî yên dixwazin fêrî axaftina kurdî bibin.”

Dogala diyar kir ku Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê di dawîya kursên zimanê kurdî de ji bo şagirdên beşdarî kursan bûne, dê sertîfîka bide wan û ev kurs bê beramber/belaş in.

"Em erkê xwe wekî berpirsyariyeke neteweyî dibînin"

Dogala bal kişand ser girîngiya xebatên li ser kurdî û wiha got: "Em vê xebatê ne wekî serokatî, belkî wekî erka xwe ya neteweyî dibînin. Salên borî me dît ku bi hezaran zarok, ciwan û mezinan di nav vê pergalê de fêrî xwendin, nivîsandin û axaftina kurdî bûn. Em hêvîdar in îsal ev hejmar hîn zêdetir bibe."

Dogala her wiha spasiya RûpelNews kir ku bi weşandina nûçeyên di vê mijarê de, dengvedaneke mezin di nav civaka kurd de çêkirine û bûne sedema eleqeyeke bêhempa.

Xwendevanên ku dixwazin beşdarî van kursên serhêl (online) bibin, dikarin ji niha ve bi şandina peyama "Ez Kurdî dixwazim" bo hejmara WhatsAppê ya 0046 723262404 xwe qeyd bikin. Agahiyên berfireh ên derbarê bernameya xwendinê de dê di demeke nêzîk de ji kesên tomarkirî re bên şandin.

Parve bike: