TR KU AR
FB X IG

Diyaneta Tirkiyê: Govend gerandina jinan a bi mêran re dijî îslamê ye!

📅 28 gulan 2020 16:57

PeyamaKurd – Di pirtûkeke dijîtal a li ser înternetê ya Serokatiya Diyaneta Tirkiyê de, bi sedema ku dijî îslamê ye ji jinan tê xwestin ku bi mêran re govendê negerînin û destê wan negirin.

Di pirtûka diyaneta Tirkiyê ya bi navê “Jiyana Me ya Malbatê” de ku ji aliyê Endamê Saziya Bilind a Karûbarên Olî Prof. Dr. Ahmet Yaman ve hatiye amadekirin, ji bo tevgera jin û mêran di şahiyan de hişyarî têne dayîn û tê îdîakirin, dans û gerandina govendê ya jin û mêran ligel hevdu dijî Îslamê ye.

Di beşeke wê pirtûkê de hatiye gotin, “Divê mirov xwe ji vexwarinên bi alkol, dans û gerandina govendê ya jin û mêran ligel hevdu dûr bixin. Herwiha di şahiyan de lixwekirina cil û bergên ne li gorî Îslamê li xwe nekin, beşdarî pêşandanên kultura derveyî Îslamê nebin, mesrefa zêde nekin û di şahiyan de çekan bikar neyînin ku ewlehiya can û mal dixin xeteriyê û di nav qedexeyên Îslamê de ne.”

Parve bike: