TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

'Dirêjkirina maweya qeyûman pêwîstiyeke yasayî ye'

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 gulan 2026 14:39
Li gor rayedarên partiya desthilatdar a li Tirkiyeyê AK Parti dirêjkirina dema wezîfeya qeyûman, "ne krîzek e lê pêwîstiyeke yasayî ye."

RûpelNews - Li Tirkiyeyê li aliyekê proseya çareserî ya ku bi mebesta çareserkirina kêşeya Kurd ev sal û nîveke didom e li aliyekê jî wezîfedarkirina qeyûman ku şûna kesên hilbijartî hatine tayînkirin berdewam e ku ev wek nakokiyekê tê şîrovekirin.

Serokê MHP'ê bang kiribû ku Ahmet Turk ê Şaredarê Mardînê û Ahmet Ozer Şaredarê Esenyurtê ku ji kar hat dûrxistine şûna wan qeyûm hatine tayînkirin bia vegerin ser karê xwe. Lêbelê şûna Ozer û Turk hêj qeyûm kar dike. Dema wezîfeya qeyûman j heta du mehan jî hat dirêjkirin.

Li gorî çavkaniyên AK Parti çarçoveya yasayî ya ku bingeha tayînkirina rêveberan pêk tîne, hîn jî di meriyetê de ye, û derbarê şaredarên ji kar hatine avêtin ên ku bi 'tuhmetên terorê' tên tawanbarkirin, lêpirsîn û biryarên dadgehê yên berdewam hene. Ji ber vê yekê tê ragihandin ku heta rewşa yasayî ya heyî neguhere, vegerandina wan ne mimkun e. Wate aliyê desthilatê vê yekê wek ne krîzekê wek mecbûriyeteke yasayî bi nav dikin. (Çavkanî: 24 Saat)
 

Parve bike: