TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Dîplomatên Brîtanyayê li Kabulê bi Talîbanê re civiyan

📅 06 cotmeh 2021 20:14

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Brîtanya ragihand ku  wan rewşa jin û keçên li Afganistanê bi endamên Talîbanê re nirxandine.

Wezareta Derve ya Brîtanya eşkere kir, şandek dîplomatan ji bo hevdîtina bi endamên Talîbanê re çûye Afganistanê û diyar kir ku şanda Brîtanî li Kabulê mijarên wekî krîza mirovî ya li welat, têkoşîna li dijî teror û derxistina bi ewle ya kesên ku dixwazin ji welêt derkevin bi rayedarên Talîbanê re guftûgo kirine.

Herwiha hatiye diyarkirin ku şanda dîplomatên Brîtanyayê li ser mafên jinan, keç û kêmneteweyên li Afganistanê jî bi rayedarên Talîbanê re axivîye.

Parve bike: