TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Dibe Trump Mattisî ji wezîfê bigre

📅 16 îlon 2018 16:06

PeyamaKurd- Hat gotin ku serokê Amerîkayê Trump piştî hilbijartinên navberê yên kongreyê, wê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Jim Mattis ji wezîfê bigre. Li gor hinek siyasetmedarên wezareta bergiriyê Trump dixwaze yekî ji Mattis nêztirî xwe bîne ser wezîfa wezîrtiya bergiriyê.

Çavkaniyên vê mijarê radigihînin û dibêjin ku berê têkiliyên Trump û Mattis gelek xurt bûn lê niha di mijara Sûriye, Koreya bakûr û di mijarên ewlekariyê de di navbera fikrên wan de ferq heye. Mînak Mattis her dem dixwaze artêşê ji siyasetê dûr bihêle û di rêya siyasetê de bikarneyne.

Hem hefteya borî pirtûka di derbarê Trump de hat belavkirin ku Woodward nivîsandiye, tê de hatibû nivîsandin ku Mattis û Trump bi zeka xwe weka xwendenekî pola 5 an 6 emîn in.

Parve bike: