Dibe ku artêş dest dane ser telefonên leşkerên amerîkî yên li Rojhilata Navîn
RûpelNews - Amîral Brad Cooper, di peyamekê de leşkerên ku li herêmê xizmetê dikin hişyar kir ku telefonên desta û parvekirinên medyaya civakî dikarin ji aliyê Îranê ve ji bo armancên îstixbaratî werin bikaranîn.
Li gorî du çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîn, plan hene ku di rojên pêş de ji ber sedemên ewlehiya operasyonel, telefonên desta yên hin leşkerên amerîkî yên ku li Urdunê bi cih bûne, bi awayekî demkî werin desteserkirin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku eger tedbîreke wiha were sepandin, ew dê ji bo bi hezaran leşkerên amerîkî yên ku li herêmê xizmetê dikin bibe guherîneke girîng û amaje pê kirin ku ji bo gelek leşkeran, telefonên wan ên destan tekane amûra wan a danûstandina bi malbatên wan re ne.
"Îran îstixbarata çavkaniyên vekirî bikar tîne"
Di nameyeke ku ji aliyê Reutersê ve hatiye bidestxistin de, Amîral Cooper diyar kir ku Îran îstixbarata çavkaniyên vekirî, wekî wêne, vîdyo, parvekirinên medyaya civakî û şîroveyên online, îstîsmar dike da ku cihên hêzên amerîkî diyar bike.
Cooper anî ziman, "Mesrefa rasterast û neçar a vê îstixbarata çavkaniyên vekirî jiyana leşker û sivîlên amerîkî yên li dewletên Kendavê ye" û bang li leşkeran kir ku zêdetir bi protokolên ewlehiya operasyonel ve girêdayî bin.
Wêneyên ji Bingeha Hewayî ya Muwaffak Salti wek mînak hatin nîşandan
Di hişyariya fermandar de herwiha dîmenên ku di dema êrîşa Îranê ya li ser Bingeha Hewayî ya Muwafaq Salti ya li Urdunê di 17ê Tîrmehê de hatibûn kişandin, jî hebûn.
Di vîdyoyeke ku li ser înternetê hatiye weşandin de, leşkerekî amerîkî tê dîtin ku berçavkên zîrek ên Metayê bi kar tîne da ku wan kêliyên ku leşker di dema êrîşeke mûşekî û dronî de ber bi stargehekê ve tên veguhestin tomar bike.
Cooper anî ziman ku parvekirina dîmenên wiha li ser medyaya civakî dikare agahiyên krîtîk derbarê cih û tevgerên leşkeran de peyda bike.
Pentagonê îdia piştrast kirin
Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) Kaptan Timothy Hawkins, wek bersiv ji pirsekê Reutersê re, peyama ewlehiyê ya ku ji aliyê Amîral Cooper ve ji leşkeran re hatibû şandin, piştrast kir.
Hawkins diyar kir ku peyama navborî ji bo bîranîna endamên xizmeta leşkerî li ser girîngiya ewlehiya operasyonel hatibû şandin û lê zêde kir ku ew yek ji wan rêbazên ragihandinê bû ku Amîral Cooper ji bo ragihandina pêşîniyên xwe bi kar dianî.
Di heman demê de, çavkaniyek sêyemîn a ku ji Reutersê re axivî diyar kir ku vebijarka desteserkirina telefonên destan dihat nirxandin, lê heta niha di vî warî de biryareke dawî nehatiye dayîn.
Berpirsên amerîkî bi salan e hişyarî didin ku daneyên cihêbûnê yên ku ji hêla telefonên zîrek, sepanên fitnesê û cîhazên din ên mobîl ve têne berhev kirin, dikarin ji hêla hêzên dijmin ve werin bikar anîn da ku cihê yekîneyên leşkerî bi teqezî diyar bikin.