TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Di xwepêsandanên Îranê de kesekî mir

📅 15 gulan 2022 00:06

PeyamaKurd – Li Îranê bi sedema zêdebûna bihayên eşyayan û bi taybetî yên xidayan li gelek eyaletan ji do de xwepêşanên protestoyî çêdibin. Di xwepêşandanên li eyaleta Hûzîstanê, li bajarê Endimeşqê kesekî jiyana xwe ji dest da. Ragihandin ji aliyê Ajansa Karkeran ya Îranê de hat kirin ku ew jî çavkaniya xwe ji parlementerê bajarê Dezfûlê Ahmed Awayî sitendiye

Ahmed Awayî ragihand ku bajarê Dezfûlê niha arame lê jimara kesên di xwepêşandanan de hatine binçavkirin de tiştek nizane. Lê tê gotin ku heya niha li Dezfûlê, Endîmeşqê û Farsan 3 kes di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane.

Parve bike: