TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Di şerê li Îranê de çend leşkerên Amerîkî mirine? Pentagonê hejmar eşkere kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 03 nîsan 2026 23:08
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) daneyên li ser hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên di operasyonên li dijî Îranê de parve kirin.

RûpelNews - Li gorî agahiyên ku li ser malpera fermî ya Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerkayê (DYA) di bin sernavê "Sîstema Analîza Qurbaniyên Parastinê" de hatine weşandin, heta 3ê Nîsanê, di operasyonan de 13 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 365 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji leşkerên ku di dema destpêkirî bi êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane, şeş di Artêşê de û heft jî di Hêzên Hewayî de bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji leşkerên birîndar, 247 ji Artêşê, 63 ji Hêzên Deryayî, 19 ji Hêzên Deryayî yên Marînsan û 36 jî ji Hêzên Hewayî bûn.

Pentagonê herwiha diyar kir ku ev daneyên navborî li ser bingeha raporên fermî ne ku ji aliyê yekîneyên Wezareta Parastinê, saziyên din ên hikûmetê, Kongreyê, Ofîsa Serok, medyayê û raya giştî ve tên bikaranîn.


 

Parve bike: