TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Di operasyona ser PKKê ya Îstenbolê de 6 kes serbest berdan û kesekî sandin zîndanê

📅 11 tîrmeh 2024 22:27

PeyamaKurd – Di 9ê Tîrmehê de li bajarê Îstenbolê beşa TEMê avêtibû ser 8 navnîşanan û 7 kesan xistibûn bin çav. Piştî îfadên wan hat sitendin, wan derxistin dadgehê û ji 7 kesan 6 kesan serbest berdan û kesekî şandin zîndanê.

Operasyona ji aliyê asayîşa Îstenbolê beşa TEMê de hat kirin goya tesbîta kesan kirine ku di nav Tevgera Ciwanên Şoreşger de dixebitin.

Parve bike: