TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Di operasyona HSD û Hevpeymaniyê de DAISîyekî metirsîdar hat girtin

📅 07 adar 2025 18:21

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di operasyoneke hevbeş  Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û Hevpeymaniya Navdewletî de, li derdora parêzgeha Dêrazorê de, endamekî DAIŞê yê metirsîdar ku serokatiya şaneyekê dikir hate desteserkirin. 

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Hêzên Sûriya Demikratîk HSDê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke taybet li navçeya Şihêl a derdora parêzgeha Dêrazorê pêkanîn.

SOHRê da zanîn, di wê operasyonê de endamekî DAIŞê hate desteserkirin ku destê wî di hejmarek tawanan de heye.

Parve bike: