TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Di navbera Ukrayna û Rûsya de pevguhertineke mezin a dîlan pêk hat

📅 16 nîsan 2023 16:34

PeyamaKurd – Wezareta Entegrasyonê ya Herêmên Dagirkirî ya Ukraynayê ragihand ku pevguhertineke mezin a dîlan di navbera wan û Rûsya de hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, 128ê wan leşker, 2 kes nûner3en veguhestina taybet a dewletê, bi tevahî 130 kes bi pevguhertina dîlan ji destê Rûsyayê hatine rizgarkirin.

Hat ragihandin ku pevguhertina dîlên şer, bi hemahengiya Ofîsa Serokatiya Ukrayna, Wezareta Berevaniyê û Servîsa Ewlekariya welat hatiye encamdan.

Derbarê hejmara dîlên rûsî yên pevguhertin hatiye kirin de, agahî nehat parvekirin.

Parve bike: