TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Di navbera Iraq û Çînê de peymana serbestiya vîzeyê hat îmze kirin

📅 06 hezîran 2022 20:38

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di navbera Iraq û welatê Çînê de, peymana vîzeyê hatiye îmzekirin.

Wezaretê da xuyakirin ku peyman ji aliyê Wekîlê Wezareta Derve ya Iraqê Nezar Hayrullah û balyozê Çînê yê Bexdayê Cui Wei ve hatiye îmze kirin.

Li gorî peymana vîzeyê ya navbera herdu welatan; kesên xwedî pasaportên dîplomatîk, pasaportên xizmetê û pasaportên taybet ên Iraqê, wê bikaribin bêyî vîzeyê serdana Çînê bikin û bi heman awayî welatiyên Çînê jî wê bikaribin bê vîze serdana Iraqê bikin.

Parve bike: