Jiyan
Di navbera hêzên Îran û Talîbanê ser derket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 31ê Tîrmehê di navbera pasevanên sînor ên Îranê û çekdarên Talîban ê Afganistanê de şer derket.
Fermandarê Hêzên Îranê li Hîrmend a li bakurê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê Meysam Berazende ragihandiye ku li sînorê bajarê Hîrmendê di navbera Hêzên Pasevanên Sînorî yên Îranê û Talîbanê de şer derketiye.
Meysam Berazende weşana fermî ya Îranê IRNAyê re îro danê nîvro daye xuyakirin, “Demek berî niha li devera Şexalek a bajarê Hîrmendê di navbera Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê û Talîbanê de şer û pevçûn derket.”
Meysam Berazende gotiye, şer û pevçûna di navbera Hêzên Pasevanên Sînorî yên Îranê û Talîbanê de heta niha jî berdewam e û diyar kiriye ku ew niha li ser ziyanên şer û pevçûnê lêpirsînê dikin.