TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevkêseyek nû lazime

📅 22 adar 2018 19:25

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ragihand ku, lazime hevkêşeyeke nû li ser bingeha berjewendiyên hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê dirustkirin.


Serok Barzanî ji rojnameya New York Times ya Amerîkî re ragihand, ku lazime hevkêşeyeke nû li ser bingeha berjewendiyên hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê dirustkirin.

Serok Barzanî diyar kir: "Ez bi hêvî me gavên vê dawiyê yên Hikûmeta Iraqê avêtine, alîkar bin ku xelkê Kurdistanê ji vê rewşa abûrî ya dijwar rizgar bibin".

Herwiha rojnameya New York Times, Serok Barzanî weke navenda serekî ya biryara siyasî ya Kurdî binav kiriye, ku bandorek wî ya bihêz li ser biryarên siyasî yên Kurdistanê heye.

Ev peyama Serok Barzanî di demekê wusa de ye ku nêzîkbûnek di nav Hewlêr û Bexdayê de, li ser pirsa vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê û şandina  mûçeyên fermanberan çêbûye.

Parve bike: