TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Di kargeha balafirên bêpîlot a Îranê de teqîneke mezin çêbû

📅 23 gulan 2021 23:36

PeyamaKurd – Li Îsfahan a Îranê di kargeha çêkirina balafirên bêpîlot de teqîneke mezin çêbû.

Hat ragihandin ku di teqînê de herî kêm 9 kes birîndar bûne.

Teqîn di demekê de pêk hat ku Îsraîlê rêveberiya Tehranê bi dayîna balafirên bêmirov bo Hemasê tawanbar kiribû. Herwiha Îranê jî doh ragihandibû ku wan balafireke bêmirov a bi navê ‘Xeze’ çêkiriye.

Derbarê teqîna li kargeha balafirên bêmirov a Îsfehanê de ji aliyê berpirsên Îranê ve ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Parve bike: