TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Di guhertina dîlan de Hamasê pirsgirêk derxist

📅 25 mijdar 2023 22:15

PeyamaKurd – Hamasê di guhertina dîlan (esîran) de pirsgirêk derxist û serbestberdanê paşde xist. Hamas ragihand ku Îsraîl li pey peymanê naçe. Li gor daxwuyaniya Tûgayên Kassem yên Hamasê:

“Heya Îsraîl li pey peymanê ya serbest berdana dîlan û alîkariya ji bo bakûrê Xezzayê neçe, me serbest berdana dîlan paşde xistiye.”

Hamasê negot bê Îsraîl kîjan xala peymanê binpê kiriye.

Parve bike: