TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Di êrîsê de 56 kes kustin û 20 kesî birîndar kirin

📅 03 rêbendan 2021 00:43

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjerê nêzî sînorê welatê Maliyê terorîstan êrîş kir ser du gundan û 56 sîvîlan kuştin û 20 sîvîlan birîndar kirin. Li gor nûçeyên deverê gundên ketine ber êrîşê navên wan Tiçombangû û Zaroumdareye.

Êrîş ji aliyê wezîrê karên hundir yê Nîjerê Alkaçe Alhada de hat piştrastkirin. Wezaret leşkeran şande devera bûyer lê çêbûye.

Parve bike: