TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Di êrişa Îranê de Pêşmergeyeke jin şehîd ket

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 15 nîsan 2026 08:20
Di êrişên dronî yên Îranê de Pêşmergeyeke jin a ji bajarê Mehabadê şehîd ket.

RûpelNews - Li gorî zanyariyan, Pêşmergeya bi navê Xezal Mewlan Çeperabad a ser bi Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê di êrişeke dronî ya Îranê de birîndar bibû, şehîd ket.

Êrişên dronî yên Îranê û hevalbendê Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê tevî biryara agirbestê jî berdewam dikin. Di 14ê Nîsanê de di êrişên bi dronî yên ser Kampa Sûrdaşê de 3 Pêşmerge birîndar bibûn. Yek ji wan Pêşmergeyên birîndar Xezal Mewlan Çeperabad, ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket.

Komeleyê daxuyanî da

Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û tê de got: "Hevala me Xezal Mewlan Çeperabad, Pêşmergeya Komeleyê, şehîd ket. Hevala me Xezal a ku îro ji ber êrişa bi dronan a Komara Îslamî birîndar bibû, piştî ku gihîşt nexweşxaneyê, ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdên Komele û Kurdistanê bû."

“Vîna keç û xortên Kurdistanê ya ji bo azadî û serxwebûnê didome”

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê diyar kir, "Wê wekî bi hezaran keçên şoreşger ên Kurdistanê, ji bo têkoşîn û xebata li dijî her cure cudakariyê refên Komeleyê hilbijart. Îro dilekî tijî hêvî bi destê sûcdarên Komara Îslamî ya Îranê sekinî lê bêguman moral û vîna keç û xortên Kurdistanê ya ji bo azadî û serxwebûnê didome."

"Êrişa terorîstî ya Îranê"

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin "Ev êrişa terorîstî, delîleke din a pîşeya dijmirovahî û dijazadî ya Komara Îslamî ya Îranê ye; rejîmeke ku ji bo parastina desthilata xwe, ji bo kuştin û çewisandina xelkê têkoşer ti sînoran nas nake. Em sersaxiyê li malbata hevala xwe Xezal, hemû hevalên wê û xelkê têkoşer ê Kurdistanê dikin."
Hat ragihandin ku rewşa du birîndarên din baş e. 

Parve bike: