Tirkiye
Di destpêka hefteyê de nirxê zêr bilind bû
Bihayê misqalek zêr di roja yekem a bazirganiyê ya hefteyê de ji sedî 1.16 zêde bû û gihîşt 7 hezar û 189 lîrayan.
RûpelNews - Li bazarên Tirkiyeê çaryeka zêr bi 11 hezar û 750 lîrayan tê firotin, zêrê Cumhurî bi 46 hezar û784 lîra ye. Buhayê onsê zêr jî derket 4 hezar 650 dolarî û gihîşt asta xwe ya herî bilind a nêzîkî 3.5 mehan.
Bilindbûna bihayê zêr ji ber lawazbûna dolar û kêmbûna hêviyên ji bo bilindkirina rêjeya faîzê ya Fedê ye.
Bazirgan bi baldarî çavdêriya cezayên aborî yên nû yên Dewletên Yekbûyîn yên Amerîkayê yên li dijî Îranê û geşedanên li Rojhilata Navîn dikin.