Jiyan
Di dema civîna Moskovayê de, balafirekî Rûsyayê hat xistin
PeyamaKurd- Di dema ku heyeta Tirkiyê li Rûsyayê bi serokê Rûsyayê Putin û heyeta wî re hevdîtin dikir, artêşa Tirkiyê û SMO li balafirekî Rûsyayê ya keşfê dan. Balafir li dora Helebê hat xistin.
Lê agirbesa navbera Tirkiyê û Rûsya-Sûriyê îşev piştî nîvê şevê destpêdike û nayê zanîn bê ev balafir dê di navbera wan de bibe arîşe an na.