TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Di bobelata Kong-reyê de li Taywanê 3 kes mirin û 690 kes birîndar bûn

📅 02 mijdar 2024 21:12

PeyamaKurd – Di encama qewimandina bobelata Kong-reyê ya li Taywanê de 3 kes mirin û 690 kes birîndar bûn.

Her weha xesara maddî ya mezin li Taywanê çêbû. Elektrîk hatin birîn, rê hatin girtin û di çandiniyê de  480 milyon dolarê Taywanê zerar çêbû.

Li gor ajansa Taywanê ya CNAyê; navenda rewşên lezgîn ya Taywanê (CEOC) 10.831 bûyer li Taywanê çêbûne ku giliyên xwe ji CEOCê re kirine.

Parve bike: