TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Dezgeha Dije-Terorê ya Iraqê pênc çekdarên DAISê desteser kirin

📅 08 gulan 2021 10:30

PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl diyar kir; Dezgeha Dije-Terorê ya Iraqê pênc çekdarên DAIŞê desteser kirin.

Yehya Resûl da zanîn, ji wan çekdarên DAIŞê, yek li Bexdayê, 2 li Felluceyê û yekê din jî li Kerkûkê hatine desteserkirin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir, du çekdarên din li navçeya Sersar a ser bi parêzgeha Enbarê hatine desteserkirin.

Herwiha Rêveberiya Îstixbarata Iraqê jî desteserkirina çar çekdarên din li rojavayê Neynewayê ragihand, ku ji Sûriyê derbasî nav axa Iraqê dibûn.

Parve bike: