Derûnî ya cîhanê xirab dibe: 1.2 milyar kes nexweş in
RûpelNews - Lêkolîn ji aliyê Enstîtuya Pîvan û Nirxandina Tenduristiyê (IHME) û Zanîngeha Queenslandê ve hatiye kirin û li ser bingeha dîtinên lêkolîna "Barê Nexweşiyê yê Cîhanî" ye, ku yek ji analîzên daneyên tenduristiyê yên herî berfireh ên cîhanê ye. Hat destnîşankirin ku di nav 12 nexweşiyên derûnî yên cihêreng ên ku hatine lêkolînkirin de, yên herî berbelav nexweşiyên fikarê û depresyona mezin bûn.
Hejmara bûyerên fikarê ji 182 milyon di sala 1990î de derket 470 milyon di sala 2023an de. Di heman demê de, bûyerên depresyonê ji 102 milyon derketin 236 milyon.
Bandora pandemiyê
Li gorî pisporan, gelek sedem li pişt vê zêdebûnê hene. Bandorên demdirêj ên pandemiya COVID-19, krîzên aborî, şer, nebaweriya civakî, tenêtî, stresa kar û lawazbûna têkiliyên civakî wekî faktorên sereke yên ku bi awayekî neyînî bandorê li tenduristiya derûnî dikin, tên nîşandan.
Nivîskarê sereke yê lêkolînê, Dr. Damian Santomauro, diyar kir ku xizanî, tundûtûjî û bi taybetî qutbûna civakî, pirsgirêkên tenduristiya derûnî girantir dikin.
Xort û jin di bin rîska bilind de ne
Rapora tekez kir ku xort û jin di bin rîska bilind de ne. Hat destnîşankirin ku koma temenê ya herî zêde ji nexweşiyên derûnî bandor dibe, koma temenê 15-19 salî ye. Pispor destnîşan dikin ku ev serdem qonaxeke krîtîk e ku tê de perwerdehî, jiyana kar û têkiliyên civakî şekil digirin.
Hat destnîşankirin ku nexweşiyên depresyon û fikarê di nav jinan de ji mêran zêdetir belav bûne. Faktorên wekî zextên civakî, tundûtûjî û îstîsmar wekî sedemên vê yekê tên nîşandan.
Li gorî lêkolînê, nexweşiyên derûnî niha li seranserê cîhanê bûne yek ji pirsgirêkên sereke yên tenduristiyê ku dibin sedema seqetiyê.
Pispor diyar dikin ku divê hikûmet zêdetir veberhênanê li xizmetên tenduristiya derûnî bikin, bernameyên destwerdana zû berfireh bikin û mekanîzmayên piştgiriyê, bi taybetî ji bo ciwanan, ava bikin. Wekî din, fikar hene ku krîza tenduristiya derûnî di salên pêş de dê hê bêtir giran bibe.