Kurdistan
Derket holê ku girtiyekî kurd 4 meh berê hatiye îdamkirin
Hatiye ragihandin ku girtîyê kurd ê 30 salî Sacid Şîrzadî ku li Îranê bi tohmetê kuştina berpirsekî bi îdamê hatibû mehkûmkirin, nêzîkî çar meh berê li Girtîgeha Navendî ya Kerecê hateiye îdamkirin.
RûpelNews - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku Sacid Şîrzadî, girtiyekî Kurd ji Kirmaşanê, di 23ê Nîsana 2026an de li Girtîgeha Navendî ya Kerecê hatiye îdamkirin.
Li gorî raporê, Şîrzadî ê 30 salî zewicî bû û bavê du zarokên biçûk bû. Şîrzadî, ku nêzîkî çar sal berê bi tohmetê kuştina berpirsekî bi demançeyê hatibû girtin, ji aliyê dadweriya Îranê ve bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Hat destnîşankirin ku her çend nêzîkî çar meh ji îdamê re derbas bûne jî, ev nûçe berê nehatibû eşkerekirin. Hengawê diyar kir ku ji ber sînordarkirinên înternetê yên li Îranê, hûrgiliyên îdamê tenê niha hatine belgekirin û weşandin.
Derbarê darizandinê an jî pêvajoyên yasayî yên li dijî Şîrzadî de ti agahiyên berfireh nehatine parvekirin.