Deriyê sînorî yê Til Koçer-Rebîa bi fermî hate vekirin
RûpelNews - Quteyba Bedewî Serokê Desteya Giştî yê Bender û Gumrikê, Nûnerê Serokkomar Ziyad El-Ayêş û fermandarê ewlehiya navxweyî yê Hesekê Merwan El-Elî, li deriyê Tel Koçer bi şandeyeke fermî ya hikûmeta Iraqê re bi serokatiya Omer El-Wayîlî, serokê Desteya Benderên Sînor re civiyan.
Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser mekanîzmayên "pêşxistina karên hevbeş li deriyên sînor, û hêsankirina veguhestin û danûstandinên bazirganî, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên hem Sûriye û hem jî Iraqê bike" nîqaş kirin.
Herikandina trafîqê destpêkir
Deriyê sînor piştî merasîma pêşwaziyê bi fermî hate vekirin, û ji nû ve dest bi herikandina trafîkê kir, ku ev yek alîkariya teşwîqkirina çalakiyên aborî û xurtkirina têkiliyên di navbera her du welatan de dike, û beşdarî piştgiriya hewildanên aramiyê û hêsankirina tevgera welatiyan û kelûpelan li gorî çarçoveyên qanûnî yên pejirandî dibe.