TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Deriye sînor ê li Rihayê bo Sûriyê piştî 12 salan vedibe

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 11 gulan 2026 17:11
Deriyê Sînorî yê Kaniya Xezalan a Rihayê ku di sala 2014an de ji ber şerê li Sûriyê hatibû girtin biryar e ji sibê pê ve ji bo çûnûhatina sivîlan vedibe.

RûpelNews -

Parêzgeha Rihayê ragihand ku çûnûhatina sivîlan ji Deriyê Sînor ê Xezala Kaniyan bo  Sûriyê ji sibê pê ve dê dest pê bike.

Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan di sala 2014an de ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê hatibû girtin bi biryara parêzgeriyê piştî 12 salan ji bo sivîlan vedibe. Biryar wek asayîbûna pêwendiyên Şam û Enqereyê tê nirxandin.

Kesên hemwelatiyên Tirkiye û Sûriyeyê ne bi pasaportên xwe dikarin derbasî her du aliyan bibin.

Parve bike: