TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Dema nimêja Înê êrîsa bombeyî: Herî kêm 30 kes mirin

📅 04 adar 2022 16:23

PeyamaKurd – Li bajarê Peşawer ê Pakistanê di mizgefteke şîeyan de, dema nimêja înê dest pê bike teqîneke mezin çêbû.

Polîsê Pakistanê ragihandiye, di êrîşa bombeyî ya ser mizgefta şîeyan a bi navê Kucha Risaldar ku li bajarê Peşawerê ye de, herî kêm 30 kesan can daye û hejmarek zêde kes jî birîndar bûne.

Hatiye diyarkirin ku metirsî heye hejmara mirinan hîn zêdetir bibe û heta niha aliyekî jî berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye.

Parve bike: