TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Dema ketin seha kontrola polîsan bi çekan li polîsan xistin: 2 polîs birîndarin

📅 05 îlon 2024 22:27

PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê li Konyayê li navça Selçukluyê polîs xwest otomobîlekî ku hatibû dizîn bide seknandin, ji nav otomobîlê bi çekan li polîsan xistin û reviyan. Di encama bûyerê de 2 polîs birîndar bûn.

Bûyer, li taxa Bosna Hersekê, li ser kolana Firatê di wexta 2 polîs ereba diziyê dişopandin û erebê dan rawestandin, 2 kes bi çekan li polîsan xist. Gumanbar piştî li polîsan xistin, bi peyatî ji ciyê bûyerê reviyan.

Birîndaran şandin nexweşxana zankoya Selçûkê. Polîs nasnama êrîşkeran tesbît kir û di wextekî kurt de, gumanbarên bi navên Özkan C. û Mustafa S. girtin.

Parve bike: