DEM Partî dê li gelek bajaran meşên 'Pêngaveke ji bo Aştiyê' li dar bixe
RûpelNews - Di daxuyaniyeke partiyê de hat destnîşankirin ku pêvajoya aştiyê divê tenê bi saziyên dewletê sînordar nebe û dê bal bê kişandin ser girîngiya ku hemû beşên civakê ji bo avakirina çareserî û aştiyê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.
Hat destnîşankirin ku peyama ku tekezî li ser pêwîstiya beşdariya welatiyan di pêvajoyê de dike, bi armanca ku aştiyê bike pêşîniyeke civakî û rêyên ber bi çareseriyê ve xurt bike, dê di dema meşan de bê ronîkirin.
Dê li gelek parêzgeh û navçeyan bên lidarxistin
Hatiye ragihandin ku meş dê li gelek parêzgeh û navçeyan, di nav de Stenbol, Amed, Enqere, Îzmîr, Wan, Colemêrg, Batman, Edene, Mersîn, Bursa, Eskişehîr, Konya, Riha, Sêrt, Şirnex, Mûş û Agirî bên lidarxistin.
Hevserok jî dê beşdar bibin
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan jî dê beşdarî meşan bibin.
Tê payîn ku Hatîmogulları beşdarî meşa li Amedê bibe, ku dê ji Goşeya Jêrîn a Girtîgeha Rezan ber bi pêşiya Plazaya AZC ve biçe. Bakirhan hî dê beşdarî meşa li Enqerê bibe.
Cihê hevdîtinê li Enqerê: Abîdeya Mafên Mirovan
Berî meşa li Enqerê, beşdar dê saet di 18.30an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê kom bibin. Hatiye ragihandin ku meş dê saet di 19.00an de dest pê bike û ber bi Parka Parlementoyê ve bidome.