DEM Partî bi Erdogan re civiya: Pêvajo dê bidome
Erdogan duh pêşwaziya DEM Partiyê kir ku ji Pervin Buldan û Mithat Sancar pêk dihat.
Di divînê Cîgirê Serokê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MITê Îbrahîm Kalin jî amade bûn. Civîna duhî sietekê dewam kir û îro DEM Partiyê daxuyaniyek derbarê civînê de da.
Di daxuyaniya xwe hat ragihandin got, "Îradeyeke hevpar a ji bo domandina pêvajoyê bi biryardarî hate tekezkirin. Di vê çarçoveyê de, bal hate kişandin ser pêwîstiya amadekirina rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi nêzîkatiyeke berfireh, ku ji bo demokratîkîbûn û azadiyan bingeheke zexm peyda bike."
Daxuyanî wiha berdewam kir:
"Hat diyarkirin ku divê perleman, wezaretên têkildar û saziyên giştî hewldanên xwe zêde bikin da ku di derbarê pêvajoyê de gavên berbiçav û mîsogerker biavêjin. Hat destnîşankirin ku girîng e çarçoveya yasayî, ya ku dê hemû beşên civakê li xwe bigire û bibe bingeha paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, bêyî derengî û bi konsensusa herî berfireh a gengaz were damezrandin. Em baweriya xwe dubare dikin ku ev civîn, ku di demekê de li dar ket ku tê de di siyaseta cîhanî û herêmî de geşedanên girîng hene, dê bibe alîkar ji bo hevjiyana aştiyane ya gelên Tirkiye û herêmê, û em spasiya Birêz Serokomar dikin ji bo mêvanperweriya wî."