DEM Partî banga avakirina Wezareta Zarokan kir
RûpelNews - Pêşnûmeqanûna ku ji aliyê Newroz Uysal Aslan Parlamentera DEM Parti ya Şirnexê ve li Parlamentoyê hate pêşkêşkirin hat şandin komîsyonê. Pêşnûmeqanûn daxwaza avakirina 'Wezareta Zarokan' dike. Eger pêşnûmaqanûn were qebûlkirin dê bo lijneya giştî ya parlementoyê were şandin da ku bibe yasa.
Di pêşnûmayasayê de hincet û pêdiviya avakirina Wezareta Zarokan wiha hat qalkirin:
"Damezrandina Wezaretekê ji bo Zarokan li Tirkiyeyê, ji bo parastina mafên zarokan û pêşîlêgirtina binpêkirinên mafên ku zarok rastî wan tên, pêdiviyeke bingehîn e. Qanûna navneteweyî û peymanên ku Tirkiye aliyê wan e, berpirsiyariyên di derbarê mafên zarokan de bi awayekî zelal diyar dikin, lêbelê ji bo ku ev berpirsiyarî bi awayekî bibandor bên cîbicîkirin, damezrandina wezaretek navendî ya ku li ser mafên zarokan disekine, pêwîstiyeke bingehîn e. Wezaretek ji bo Zarokan dê hewcedariyên zarokan di gelek waran de, ji perwerdehî û tenduristiyê bigire heta parastin û xizmetên civakî bi cih bîne."
Pêşnûmaqanûn wek yasayekê di lijneya giştî de jî were qebûlkirin Wezareta Zarokan dê bê avakirin û bi vî awayî hejmara wezaretan li Tirkiyeyê dê bibe 18.