Tirkiye
Dayikên Aştiyê serdana AK Partiyê kir
Dayikên Aştiyê li Enqereyê serdana AK Partiyê kirin û li ser çareserkirina kêşeya kurd gotûbêj kirin.
RûpelNews - Dayikên Aştiyê serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî li Enqereyê didomînin û li parlamentoyê herî dawî bi şandeya AK Parti re kom bûn.
Di şandeya Dayikên Aştiyê de Behiye Yalçın, Afife Kartal û Muzeyyen Butun hebûn û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamentera Amedê Adalet Kaya jî bi wan re bûn.
Dayikên Aştiyê ji aliyê Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Cîgirê Serokê Komê Abdulhamit Gul û Parlamenter Cevahir Asuman Yazmacı û Şengul Karsli ve hatin pêşwazîkirin.
Di civînê de mijara sereke kêşeya kurd bû ku li ser rê û rêbazên çareseriyê hatin axaftin.